Pevçûna di navbera HSD û DAIŞ`ê li rojhilata Sûriyê de
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i354692-pevçûna_di_navbera_hsd_û_daiŞ_ê_li_rojhilata_sûriyê_de
Hêzên Sûriyeya Demokratîk(HSD) ji pevçûnên bi çek ên di navbera vê komê û Koma Terorîst a DAIŞ`ê li Dêrezorê agahî dan.
(last modified 2025-05-16T11:56:09+00:00 )
May 16, 2025 10:42 Asia/Tehran
  • Pevçûna di navbera HSD û DAIŞ`ê li rojhilata Sûriyê de

Hêzên Sûriyeya Demokratîk(HSD) ji pevçûnên bi çek ên di navbera vê komê û Koma Terorîst a DAIŞ`ê li Dêrezorê agahî dan.

Di encama vê pevçûnê de endamekî HSD`ê hate kuştin û sê kesên din jî birîndar bûn. Di daxuyaniya HSD`ê de hatiye Koma Terorîst a DAIŞ`ê hewl dide bi awayekî narewa bêserûberiya li Sûriyê bona vejiyandina xwe bi kar bîne û li navçeyên curbicur bi taybet li bakûr û rojhilatê vî welatî êrişên terorîstî pêk bîne.

HSD`ê herwiha ragihand: Tevî viya hêzên me dê şopandina paşmaiyên DAIŞ`ê û parastina ewlehî û istiqrarê li navçeyên xwe bidomînin.

Pevçûnên di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk(HSD) û komên din ên çekdar de û hebûna bi hezaran çekdarên tundrê ji welatên din û bicihbûna hin koman li bajarên sereke ji qeyranên Sûriyê piştî têkçûna hikûmeta Bişar Esed in.