-
Wezareta Darayîyê: Destmiza çend mehan a beşeke karmendan dê were dayîn
Îlon 07, 2025 16:50Wezareta Darayî û Aborî ya hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku sibê dê destmiza çend mehan a beşeke karmendên dayimî û peymanî were dayîn û bûca wê jî yê ji derhata navxweyî were dabînkirin.
-
Elî Heme Salih: Hêzên ewlehiyê, dezgeda dadê, tenduristî û derman û mafên mirovan bûne goriyê dabeşkirinên partiyan
Îlon 06, 2025 18:09Serokê Tevgera Helwesta Niştimanî di axiftineke tund de, dabeşbûnên partiyan li Herêma Kurdistanê sedema nakokiyan da zanîn û got ku heta saziya mafên mirovan jî bûye goriyê vê pêvajoyê.
-
Zêdebûna rexneyên ser berdewamiya qaçaxa nifta Herêma Kurdistana Iraqê
Îlon 05, 2025 18:41Elî Meşkûr, endamê Komîsyona Nift û Gazê ya Parlemana Iraqê berdewambûna bi qaçaxîfirotina nifta Herêma Kurdistana Iraqê rexne kir û got: Nebûna kontrola Bexdayê ser derbasgehên sînorî hokara sereke ya qaçaxa nifta Herêma Kurdistanê ye.
-
Dîyarbûna gorên duhezarsalî li Duhokê
Îlon 02, 2025 19:02Li ser vê mijarê raporek bibînin.
-
Pêgîriya serokomarê Iraqê li ser peywendiyên baş ên di navbera Bexda û Hewlêrê de
Tebax 29, 2025 18:09Serokomarê Iraqê got: Peywendiyên di navbera Bexda û Hewlêrê di hemû waran de baş in û hin nakokî jî hene lê wekhevî ji nakokiyan zêdetir in.
-
Biryara welatên ewrûpî ji bo vegerandina zêde ji 60 hezar penaberên iraqî û Kurd
Tebax 29, 2025 14:09Îngilîs, Almanya û çend welatên din ên ewrûpî ragihandin wê zêde ji 60 hezar penaberên iraqî û yên ji Herêma Kurdistana Iraqê, bi awayekî komkî vegerînin.
-
Bafil Talibanî: Welatên rojavayî basa demokrasiyê dikin di halekî da ku Xezze wêran e
Tebax 28, 2025 18:45Serokê Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistana Iraqê got: Welatên rojavayî çawan dikarin basa demokrasiyê bikin di halekî da ku bûyerên Xezzê dibînin.
-
Berdevkê YNK`ê: Bila destwerdan li bûyerên Lalezarê neyê kirin û qanûn serdest be
Tebax 28, 2025 18:09Berdevkê YNK`ê li ser bûyerên Lalezarê ragihand ku çend rojan berî nika hin hewldan ji bo têkdana ewlehiya Silêmaniyê hatin kirin lê hêzên hikûmî li hember sûckaran sekinîn û wan radestî qanûnê kirin.
-
Lixwemikurhatina komploya bi navê armanckirina Bafil Taleban hat weşandin
Tebax 27, 2025 21:47Dezgeha Asayişê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê lixwemikurhatina hejmarek girtiyan belav kir ku îdia dikin ku ji hêla Lahur Şêx Cengî û Ejî Emîn ve fermana kuştina Bafil Celal Talebanî hatiye dayîn.
-
Fermana girtinê jibo Lahûr Şêx Cengî û Ejî Emîn hat dayîn
Tebax 27, 2025 20:47Li gorî fermana Dadgeha Lêkolînê ya Ewlehiyê ya Silêmaniyê Lahur Şêx Cengî, serokê Bereya Gel, û Ejî Emîn, serokê Encumena Ewlehiyê ya li Hewlêrê, her du jî li gorî madeyên 56 û 406 ên Qanûna Cezayê Iraqê têne cezakirin.