Dozvekirina Êzidîyan dijî endamên DAIŞê yên ji Sûriyê bo Iraqê hatine veguhestin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i358278-dozvekirina_Êzidîyan_dijî_endamên_daiŞê_yên_ji_sûriyê_bo_iraqê_hatine_veguhestin
Wekîlê Êzidiyan li Herêma Kurdistanê ragihandin ku ew ê li dijî endamên DAIŞê yên ji Sûriyê bo Iraqê hatine veguhestin bi tawana desthebûna di jînosayda li Şingalê de, dozê vekin.
(last modified 2026-02-09T12:06:17+00:00 )
Sibat 09, 2026 15:35 Asia/Tehran
  • Dozvekirina Êzidîyan dijî endamên DAIŞê yên ji Sûriyê bo Iraqê hatine veguhestin

Wekîlê Êzidiyan li Herêma Kurdistanê ragihandin ku ew ê li dijî endamên DAIŞê yên ji Sûriyê bo Iraqê hatine veguhestin bi tawana desthebûna di jînosayda li Şingalê de, dozê vekin.

Seîd Misto, Rêveberê Karûbarên Êzidiyan li Wezareta Ewqaf û Karûbarên Olî ya Herêma Kurdistanê, ragihand ku hejmarek ji çekdarên ku ji bo Iraqê hatine veguhastin, di jînosayda Êzdiyan de dest hebûne lê heya niha nasameya wan bi fermî nehatiye ragihandin.

Wî her wiha got: Em bi micidî nasnameya endamên DAIŞê dişopînin ku bi cinayeta dijî êzdiyan li Şingalê hatine tawanbarkirin û em ê dosiyeke qanûnî li dijî wan tomar bikin. Di encama êrişa DAIŞê ser Şingalê û navçeyên derdora wê di 3ê Tebaxa 2014an de, 6 hezar û 417 Kurdên êzidî hatin revandin û bi hezaran kes jî  bi komî hatine kuştin an hatin bêserûşûn kirin. Heta niha nêzîkî hezar û 595 kesên rewandî hatine berdan.