-
Li Hewlêrê: Werzişvanê Kurd otobusek 42 tonî bi werîs kişand
Kanûn 15, 2021 15:17Werzîşvanê hêza laşî yê Kurd Mecîd Yehya, li navenda bajarê Hewlêrê, otobusa 15 kes têde ku bi giştî 42 ton bû, bi weris bi xwe ve kişand û birêve çû. Yehya herwiha dibêje ew dixwaze balafirek û 20 otomobîlan jî bikêşîne da ku navê xwe di Pirtûka Rekoran a Guinenessê de tomar bike.
-
Li Herêma Kurdistana Iraqê destana Dewrêşê Evdî ji pirtûka perwerdehiyê hat derxistin
Kanûn 15, 2021 09:58Wezareta Perwerdehiya Herêma Kurdistanê roja 13'yê mehê biryar da ku destana Dewrêşê Evdî ji nav pirtuka perwerdehiyê bê derxistin.
-
Li Herêma Kurdistanê nêzîkî 100 milyar Dînar ji bo rûbirûbûna Koronayê hatine xerckirin
Kanûn 14, 2021 19:49Wezîrê Tendirustiyê yê Herêma Kurdistanê daxwaz ji hemû mamosteyan kir ku xwe vaksîn bikin.
-
PDK û YNKê li Bexdayê guftûgoyan bi aliyên Iraqî re dikin
Kanûn 14, 2021 19:46Du şandên PDK û YNK bi awayekî cuda li Bexdayê ne û guftûgoyan derbarê pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê de dikin.
-
Serkirdeyekî DAIŞê li nêzîkî Helebceyê hate desteserkirin
Kanûn 14, 2021 19:42Hêzên ewlehiyê di operasyonekê de serkirdeyekî DAIŞê li nêzîkî Helebceyê desteser kir.
-
Kanîmal pirtûka 'Ji Xorasanê heta Barzanê' diweşîne
Kanûn 14, 2021 19:37Kelîmullah Tewehudî nasyar bi Kanîmal, nivîskar, lêkoler û dîrokzanê kurd ê Xorasanê dil heye berhema xwe ya bi navê Ji Xorasanê heta Barzanê biweşîne.
-
AA: Artêşa Tirkiyê û MITê li dijî PKKê li herêma Gare operasyoneke hevbeş pêk anîn
Kanûn 13, 2021 14:47Li gor ajansa fermî ya Tirkiyê di operasyoneke hevbeş a Istixbaretê (MIT) û artêşa Tirkiyê de, li Garê 9 gerîlayên PKKê jiyana xwe ji dest dan. Lê PKKê heta niha ev îdia piştrast nekiriye.
-
Dijeterora Herêma Kurdistanê: Otomobîleke artêşa Iraqê li Şengalê hat şewitandin
Kanûn 12, 2021 21:42Dijeterora Herêma Kurdistanê derbarê rewşa Şengalê de daxuyaniyek belav kir û ragihand, otomobîleke artêşa Iraqê hat şewitandin û 2 kes jî birîndar bûn.
-
Heta niha 3500 koçber ji Belarûsê hatine vegerandin
Kanûn 12, 2021 21:06Wezareta Derve ya Iraqê ragihand ku heta niha sê hezar û 556 koçberên Iraqî li ser xwesteka wan ji Belarûsê vegerandine Hewlêr û Bexdayê û herwiha 383 paseportên vegerê jî dane koçberên li Belarûsê ku paseportên xwe ji dest dane.
-
Karwana nehem a koçberan ji Belarusê vegeriya Herêma Kurdistanê
Kanûn 11, 2021 15:23Bi hewla Hikûmeta Herêma Kurdistanê, 417 koçber ji Belarusê vegeriya Herêma Kurdistanê.