Berpirsê weşana DAIŞê li Iraqê hat girtin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i331064-berpirsê_weşana_daiŞê_li_iraqê_hat_girtin
Çavkaniyên ewlehiyê yên Iraqê derbarê girtina berpirsê weşandin û belavkirina belavok û daxuyaniyên DAIŞê li ser torên civakî agahî da.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 31, 2021 06:36 Asia/Tehran
  • Berpirsê weşana DAIŞê li Iraqê hat girtin

Çavkaniyên ewlehiyê yên Iraqê derbarê girtina berpirsê weşandin û belavkirina belavok û daxuyaniyên DAIŞê li ser torên civakî agahî da.

Li gorî rapora ajansa nûçan a ISNA`yê, Dezgeha Ewlehiya Neteweyî ya Iraqê roja pêncşemiyê ragihand ku berpirsê belavkirina belavok û daxuyaniyên DAIŞê li ser torên civakî hatiye girtin.

Di sala 2017an de, piştî 3 salan şer û pevçûnan, Iraqê serkeftina li dijî koma têrorîst a DAIŞ`ê ragihand, lê endam û şaneyên belavbûyî yên vê koma têrorîst heta niha li hin navçeyên Diyala, Kerkûk, Nînewa, Selahedîn, El-Enbar û Bexdayê aktîv in.

Hewldan û têkoşana Artêş û Heşda Şeibî ya Iraqê û pêşmergeyên Herêma Kurdistanê ji bo lêgerîn, paqijkirin û şopandina paşmahiyên koma têrorîst a DAIŞ`ê li seranserê welêt berdewam dikin ji bo ku careke din ev koma terorîst ser hil nedede.