-
Tevgera Nifşê Nû: Em tevli ti civînek li ser hilbijartinê nabin
Hezîran 13, 2022 09:20Berdevkê Tevgera Nifşê Nû Hîmdad Şahîn, ragihand partiya wan tevli ti civînek taybet li ser hilbijartinê nabin. Wî her wiha diyar kir tenê daxwaza wan ew e ku komisyonek serbixwe hebe û bêy merc hilbijartina Parlementoya Herêmê di dema xwe de were lidarxistin.
-
Raporên Tirkiyê û PKKê derbarê şer û pevşênên wan li Herêma Kurdistanê
Hezîran 11, 2022 00:00Artêşa Tirkiyê dibêje di encama berdewamiya operasyona xwe li bakurê Iraqê 5 endamên PKKê kuştine. Ji aliyê din ve baskê çekdar ê PKKê jî îro ragihand ku hêzên wê 4 leşkerên Tirkiyê kuştin û yek jî birîndar kirin.
-
Plasschaert bo cara diduyan li gel hêzên siyasî yên Herêma Kurdistanê civiya
Hezîran 09, 2022 17:31Li serokatiya Herêma Kurdistanê Nûnera Taybet a Neteweyên Yekbûyî (NY) ya Iraqê Jeannine Hennis-Plasschaert cara duyemîn li gel hêzên siyasî yên Herêma Kurdistanê civiya. Hilbijartina Parlamentoya Herêma Kurdistanê mijare sereke ye hevdîtinê ye.
-
Bi dronan êrîşî ser konsûlxaneya Amerîkayê li Hewlêrê hat kirin
Hezîran 09, 2022 08:35Çavkaniyên iraqî ragihand ku konsûlxaneya Amerîkayê li Hewlêrê ketiye ber êrîşa bi dronan.
-
Li Silêmaniyê; Şandek Komeleya Karkerên Mezopotamyayê serdana Tevgera Goran kir
Hezîran 08, 2022 15:28Şandek Komeleya Karkerên Mezopotamyayê ya Tirkiyê serdana baregeha sereke ya Tevera Goran ya li bajarê Silêmaniyê kir. Komeleyê ji partiyên siyasî xwest ji bo kujerên Çelebî werin girtin, bikevin nava hewldananên cidî.
-
Wezareta Pêşmerge a Herêma Kurdistanê: Em pêwendiyên xwe bi Artêşa Iraqê re bihêz dikin
Hezîran 07, 2022 23:41Wezareta Pêşmerge ya Kurdistana Iraqê eşkere kir, pêwendiyên xwe ligel Bexda û Artêşa Iraqê bihêztir dikin.
-
'Ji sala 2015’an ve 150 sivîlî di êrişên Tirkiyeyê de canê xwe ji dest daye'
Hezîran 04, 2022 16:04Parlamenterê Herêma Kurdistanê Zikrî Zêbarî ragihand ku ji sala 2015’an ve 150 sivîl di encama êrişên dewleta Tirk de canê xwe ji dest daye û 133 jî birîndar bûne.
-
Şandeke Parlemana Iraqê dê serdana deverên sînorî yên Herêma Kurdistanê bike
Hezîran 02, 2022 17:47Şandeke Lijneya Asayîş û Berevaniyê ya Parlemana Iraqê di demeke nêzîk de dê serdana deverên sînorî yên Herêma Kurdistanê yên ligel Tirkiyê bike.
-
Li Dihoka Herêma Kurdistanê bajarekî 3000 salî hat vedîtin
May 31, 2022 11:56Kevnarenasan nav Çemê Dijleyê li Dihoka Herêma Kurdistana Iraqê bajarekî kevnare vedîtin.
-
Kiliçdaroglu ji bo bidest xistina dengên kurdan: Em ê çarenivîsa Tirkiyê biguherînin
May 28, 2022 19:53Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu, got; em ê çarenivîsa Tirkiyê biguherînin. Kiliçdaroglu, li Wanê di Komxebata Şaredarên CHPê de axivî û bang li welatiyan kir û got: “Heger hûn bixwazin Selahedîn Demîrtaş bê azadkirin û kesên fikir û ramana xwe aşkere dikin neyên girtin piştgiriya me bikin.”