Leşkerekî Tirkiyê li Herêma Kurdistanê hat kuştin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i334918-leşkerekî_tirkiyê_li_herêma_kurdistanê_hat_kuştin
Wezareta Berevaniya Tirkiyê ragihand, leşkerekî wî welatî li navçeya Operasyona Pence-Kilîdê di encama êrîşeke PKKê de hatiye kuştin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 28, 2022 19:16 Asia/Tehran
  • Leşkerekî Tirkiyê li Herêma Kurdistanê hat kuştin

Wezareta Berevaniya Tirkiyê ragihand, leşkerekî wî welatî li navçeya Operasyona Pence-Kilîdê di encama êrîşeke PKKê de hatiye kuştin.

Li gor daxuyaniya Wezareta Berevaniya Tirkiyê, operasyona Pence-Kilîd a artêşa wî welatî li navçeyên Metîna, Zap û Avaşîn-Basyan di nav axa Herêma Kurdistanê de berdewam e.

Di daxuyaniya wezaretê de hatiye gotin, di berdewamiya operasyonê de efserekî artêşa wî welatî bi pileya Çawişê Pispor ê bi navê Abdullah Bayram îro 28ê Hezêranê di encama êrîşeke PKKê de hatiye kuştin.

Ji aliyê din ve li gorî rapora ajansa nûçan a Anadoluyê, Wezareta Berevaniya Tirkiyê îro sêşemiyê bi daxûyaniyekê îdia kir ku 4 endamên PKK di çarçoveya operasyonên Pence-Kilîd û Pence-Piling de hatine kuştin.

Artêşa Tirkiyê ji 17ê Nîsana îsal ve operasyoneke nû li dijî PKKê bi navê Operasyona Pence-Kilîd dest pê kiriye ku heta niha berdewam e.

Operasyona Pence-Kilîd, navçeyên Metîna, Zap û Avaşîn-Basyanê yên di nav axa Herêma Kurdistanê de li xwe digire.