Fermandarê hêzên Heşda Şeibî yên li Şengalê destnîşan kir ku ev hêz jibo sekinîna li hemberî êrîşa Tirkiyê bo vê navçeyê hatine şandin û bi tu awayî Şengalê jibo Tirkiyê û hêzên pêşmerge yên Herêma Kurdistanê vala nakin.
Helîkopterên artêşa Iraqê û Hêzên Heşda Şeibiyê 22 çeteyên koma terorîst a DAIŞê li başûrê parêzgeha Kerkûkê kuştin.
Endamê Komîsiyona ewlehî û berevaniyê ya Parlimana Iraqê derbarê êrîşa Amerîka û Rêjîma Siyonîst ser baregehên Heşda Şeibiyê ya Iraqê hişyarî da.
Rêxistina "seferberiya gel a Iraqê" (Heşda Şebî) şeva borî diyar kir ku 10 endamên wê di encama êrişa terorîstên DAIŞê ser parêzgeha Selahedînê li bakurê Iraqê şehîd bûne.
Tevgera Hizbullaha Libnanê kiryara Yekîtiya Ewropayê ya boykotkirina Feysel Miqdad Wezîrê karên derve yê Sûriyê û kiryara Amerîkayê ya danîna navê Astana Qudsa Rezewî (S) di lîsteya terorîstî da şermezar kir.
Piştî ku Amerîkayê berpirsên payebilind ên Heşda Şebî xist nava lîsta cezayan, Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî li Bexdayê li gel berpirsên Heşda Şebî civiya.
Rêxistina Heşda Şeibiyê ya Iraqê danîn anavê fermandarên vê rêxistinê nav lîsteya Reş a Amrîkayê dewama dijminatiya vî welatî digel komên dijî terorîsmê da zanîn.
Serokê Rêxistina Heşda Şeibiyê ya Iraqê got: Nêrîn û boykota dijmin qet girîng nîne, ya girîng gorîbûn di rêya welêt da ye.
Rêxistina Heşda Şeibiyê ya Iraqê qala têkbirina operasiyona çeteyên têrorîst ên DAIŞê li bakurê vî welatî kir.
Rêxistina Heşda Şeibiya Iraqê qala girtina serçeteyekî DAIŞê li rojavayê vî welatî kir.