Heşda Şeibî depoya çek û sîlahan a terorîstên DAIŞê rûxandin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i334187-heşda_Şeibî_depoya_çek_û_sîlahan_a_terorîstên_daiŞê_rûxandin
Hêzên Heşda Şeibî di operasyoneke hevbeş ligel hêzên ewlehiyê de depoyeke çek û sêlahan a terorîstên DAIŞê li başûrê Samerayê îmha kirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 25, 2022 17:14 Asia/Tehran
  • Heşda Şeibî depoya çek û sîlahan a terorîstên DAIŞê rûxandin

Hêzên Heşda Şeibî di operasyoneke hevbeş ligel hêzên ewlehiyê de depoyeke çek û sêlahan a terorîstên DAIŞê li başûrê Samerayê îmha kirin.

Hêzên Heşda Şebî a Iraqê îro Çarşemê di daxuyaniyekê de ragihand ku Lîwaya 41`ê ya Heşda Şeibî û hêzên ewlehiyê di operasyoneke hevpar de li herêma Yesribê ya başûrê Samerayê depoyeke çekan a koma têrorîst a DAIŞê bi tûm ji nav birin.

Di daxuyaniya Heşda Şeibî de hatiye ragihandin ku ev operasyon piştî îtirafkirina yek ji endamên terorîst ku berê hatibû girtin, pêk hat.

Hêjayî gotinê ye ku berî niha jî çavkaniyên medyayî behsa destpêkirina operasyoneke berfireh li rojavayê bajarê Mûsilê ji aliyê Heşda Şeibî û artêşa Iraqê ve kiribûn.

Rayedarên ewlehiyê yên Iraqê pêştir ragihandin ku artêş û hêzên Heşda Şeibî li rojavayê Mûsilê dê operasiyonan bi armanca bidawîanîna hebûna şaxeyên veşartî yên koma têrorîst a DAIŞ`ê li rojavaya vî bajarî pêk bînin.