HDP tevî rêzgirtina 15ê Gulanê, Roja Zimanê Kurdî careka din daxwaza qanûnîbûna perwerdehiya bi vî zimanî kir.
Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP)ê Selahattin Demîrtaş bi riya parêzerên xwe têkildarî hejarî û gendeliya li Tirkiyê li ser hesaba xwe ya Twitterê peyamek belavkir û tê de got “Tiştê we perîşan dike ne covid-19 ye, AKP-128 e.”
Komîsyona Gel û Baweriyan ya Partiya Demokratîka Gelan (HDP) di 8emîn salvegera komkujiya Reyhanliyê de, bi daxuyaniyek nivîskî komkujî şermezar kir û got: “Me ev êş, ji bîr nekiriye û em ji bîr nakin.”
Di 84mîn salvegera Komkujiya Dêrsimê de, HDP û Federasyona Komeleyên Dêrsimê û Federasyona Demokrasî ya Yekîtiya Ewropayê ya Dêrsimê daxwaza aşkerekirina gorên bikom ên wê komkujiyê dikin.
PYNK'ê wek berteka li hemberî lidarxistina dadgeha Kobanê ji civaka cîhanî xwest ku li hemberî binpêkirina qanûna bingehîn ji aliyê Erdogan va bertekê nîşan bide.
Encumena Rêveberiya Navendî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) têkildarî operasyonên Tirkiyê yên li navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê ragihand ku rêya rast ne operasyon lê diyalog e.
Cezayê 4 sal û 8 mehan yê Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş ku di çarçoveya Doza Kobanî de girtî ye, ji aliyê Dadgeha Bilind ve hate pesendkirin.
Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Perwîn Buldan dibêje dema çalakiyên Kobanî di hevdîtina de Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê yê wê demê Efkan Ala ji me re got “Di nav hêzên me yên ewlekariyê de grupên ne di bin kontrola me de hene”
Rayedar û berpirsên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) dema xwestin li ber avahiya rêxistina Stenbolê derbarê Doza Kobaniyê de daxuyaniyê bidin, polîsan êrîşî wan kir. Rojnamevan jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin.
Li Enqere, doza bûyerên Kobaniyê destpê kir û di vê dozê de hevserokên berê yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattin Demîrtaş û Figen Yuksekdag jî li gel hejmareke girtiyên din têne darizandin.