Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ragihand ku 106 sal e Tirkiye naxwaze jenosayda Ermeniyan(komkujiya Ermeniyan) qebul bike û bang li Tirkiyê kir ku “Rûbirûyê şerma Jenosayda Ermeniyan bibe.” Desteya Rêvebiriya Navendî ya HDPê derbarê 106emîn salvegera Jenosayda Ermeniyan de daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Serokê Partiya Demokrasî û Pêşveçûnê (DEVA) Alî Babacan li ser pirsa derbarê tifaqa hilbijartinê ligel HDPê got, ji xeynî herdu partiyên Tifaqa Cumhur AKP û MHPê ew amade ne ligel hemû partiyên din HDP jî di nav de ji bo hilbijartinên giştî tifaqê bikin.
Li bajarokê Çelê ya ser bi parêzgeha Colemêrgê ya kurdên Tirkiyê ve hevserokê berê yê şaredariya Çelê Servet Tunç jî di nav de 4 kes hatin desteserkirin.
Dadgeha Destûra Bingehîn a Tirkiyê bo cara duyem dosyeya girtina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bo Serokatiya Dozgerê Giştî paş de vegerand.
Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş bi nivîskî bersiva pirsên Reutersê da û tê de ji partiyên opozîsyonê daxwaz dike ku `bêyî ku li benda hilbijartinên 2023an bisekinin, divê li ser lihevkirineke nirxên demokratîk ên hevbeş niha tifaqek saz bike.`
Li Amedê 22 berpirs û endamên rêxistinên jinan ên Partiya Demokratîka Gelan (HDP) hatin desteserkirin.
Kurê Omer Faruk Gergerloglu dibêje, “Polîsan li bavê min dan û sivkatî bi wî kirin. Derbarê rewşa bavê min de jî zanyariyên rast nedidan me.”
Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Omer Faruk Gergerlîoglu ku parlamenteriya wî hatibû betalkirin, li Enqerê hat destserkirin.
Selahattîn Demîrtaş dibêje, eger ji ber hevbeşiya di proseya çareserkiriyê de HDP bê girtin, pêwîst e AKPê jî bê girtin, ji ber ku Erdogan mixatabê Qendîl û Îmraliyê bû, ne ku HDP.
Serokê Partiya Pêşerojê Ahmet Davutoglu ku serokwezîrê pêştir ê Tirkiyê jî bûye, li dijî hewlên girtina HDPê derdikeve û dibêje, “Girtina HDPê di berjewendiya PKKê de ye û xelkê teşwîq dike ku têkiliyê bi çiya ve bikin.”