8'emîn Festîval Fîlmên Bêastengî didome. Di vê çarçoveyê de heta 18'ê mehê gelek fîlm bê pere wekî online têne nîşandayîn.
HDP'ê nerazîbûn nîşanî qedexekirina lîstika şanoya kurdî Bêrû da û diyar kir ku desthilatdarî dijminê kurdî ye û got ku kurdî û şanoya kurdî nikare bê qedexekirin.
Şanoya Bajêr a Amedê di serdema nû de bi lîstîka Dario Fo ya bi navê "Elîzabeth" dika xwe vedike. Şanoger got ew bi lîstikek nû deriyên xwe ji temaşevanan re vedikin û xwest temaşevan biçin li lîstika wan temaşe bikin.
Lîstika Teatra Jiyana Nû (NÇM) "Bêrû" ku vê mehê di nav bernameya Çalakiyên Çandî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê de bihata lîstin lê Qeymeqamiya Gazîosmanpaşaya Stenbolê qedexe kir.
Serokê Herêma Kurdistanê ji ber koça dawî ya Mamoste Muhemedreza Şeceriyan peyama sersaxiyê da.
Serokê Komara Îslamî ya Îranê bi weşandina peyamekê tevî dayîna sersaxiyê ji ber koça dawî ya Muhemedreza Şeceriyan mamosteyê awazê, ragihand: Teqez gelê qedrzan ê Îranê nav û berhemên vî hunermendê hezkirî hertim ji bîr neke.
Şanoyên Bajêr ên Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê bernameya xwe ya demsala nû eşkere kir. Şanoyên Bajêr îsal ji ber pandemiyê ango şewba Covid-19'ê biryar daye ku piştgiriyê bide şanoyên taybet. Li gorî vê biryarê wê di Cotmehê de 10 jê yên zarokan li ser hev wê 50 lîstikên şanoyê li salonên Şanoyên Bajêr werin nîşandan.
Pirtûka nû ya 'Heng û deng' pêkhatî ji 'Çil awazên şahiyê yên Bakûrê Xorasanê' ji aliyê Şeiban Îslamî va hat weşandin.
Stranbêjê opera yê ji Sûriyê Serdar Şerîf li Navenda Çand û Hunerê ya bajarê Reqayê, konserek da. Rewşenbîrên Reqayê, hezkiriyên mûzîkê û şêniyên bajêr beşdarî konserê bûn.
Li Wanê kuçe her roj bi klamên ku welatiyê bi navê Şehmûz Yas dibêje olan didin.