Xebata “Koprude Buluşmalar” di bin banê Festîvala Fîlman a Stenbolê de li dar dikeve û projeyên ji bo vir hatine şandin têne xelatkirin. Îsal ev xebat di navbera rojên 2-9’ê mehê de online li dar ket. Di encamê de berhemên bi ser ketin hatin xelatkirin.
Lîstikvanên Teatra Sarya Baran ku di bin banê Hîlala Zêrîn de xebatên xwe berdewam dikin, çîrokan di studyoyên xwe de amade dikin û digihînin temaşevanan û hewl didin çanda çîrokan bidomînin.
13 pêşengên mûzîkê li parêzgeha 'Xorasana Bakur' hevdem digel merasima dawî ya duyemîn festîvala mûzîka cewan û nûcewanan û yekem festîvala mecazî ya mûzîka meqamî hatin rêzgirtin.
Çalakiyên Mêhrîcana(festîvala) 6’an a Wêje û Hunera Jinan ku roja duşemê yekê Adarê li Qamişloyê dest pê kiribû duh bi belavkirina xelatan li beşdaran bi dawî bû.
Çalakiyên Mîhrîcana Huner û Wêjeyê ya Jinan a Sêyemîn li bajarê Minbicê bi dawî bû. Mîhrîcanê pêr dest pê kiribû.
Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) bi hevkariya Navenda Çand û Hunerê ya Reqayê çalakiya "Hefteya Çandê ya Yekemîn " li Reqayê da destpêkirin.
Li Minbicê bi dirûşma "Jin kaniya huner û nebza afirandinê ne" 3`yemîn Mîhrîcana Huner û Wêjeyê ya Jinan dest pê kir. Mîhrîcan dê 2 rojan bidome.
Dengbêj Selahattîn Ûçûrûm ku 45 sal in distrê, ji bo dengbêjî dewam bike bang li ciwanan kir ku guh li kilamên dengbêjan bikin.
Komîteya Çand û Hunerê ya Şehbayê li ser fîlmeke sînemayê ya nû ya bi navê "Çîroka Koçberekî" dixebite û tê payîn ku dê di demeke nêz de li herêma Şehbayê were pêşandan.
Navenda Hunera Şêwekariyê ya Malva, bi navê "Xecxecok" pêşangeheke şêwekarî û kardestiyên 43 şêwekarên bajarê Qamişloyê û navçeya Amûdê vekir.