Wezîrê karên derve yê Îranê bi peyamekê ji ber koça dawî ya du lîstikvanên pêşeng û nasyar êln fûtbala Îranê yanî Mêhrdad Mînavend û Elî Ensariyan sersaxî da.
Koma Şano ya Qamişlo bi şanoyekê salvegera 7'an a damezirandina xwe pîroz kir.
Yekitiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê li bakurê Sûriyê- Nivîsgeha Hesekê di çalakiyek wêjeyî de bang li her kesek kir erka xwe bi cih bînin û li hember dagirkeriyê rabin.
İstanbul Modern bi navê "Gelecek Kisa" (Pêşeroj Kurt) şahiya kurtefîlman da dest pê kirin. Di vê çarçoveyê de ji Tirkiyeyê û ji dinyayê bi dehan kurtefîlm derdikeve pêşberî fîlmhezan.
Derhêner Ozkan Ûlûcan ku ji bo zaravayê kirmanckî winda nebe li gel Sevîm Kahraman bi navê "Klamlarin Ardinda Dersim Sanatçilari" dest bi amadekariya belgefîlmeke metrajdirêj kiriye got: "Em ê bi zimanê deng û dîtbariyê behs bikin ku bê ka çi ji dest me diçe."
Memîk Kîbarkaya ku wêneyan bi teknîkeke xweser xêz dike got: "Hunera min, serê tiliyên min in."
Komîteya Perwerdeyê bi koordîneya Komîteya Çand û Hunerê ya Meclisa Rubariya ya li navçeya Dêrikê pêşangeha amûrên gelêrî vekir. Di pêşangehê de 300 amûrên çandî yên kevnar ûdestkarî hatin pêşandan.
Li gor giştînameya ku Wezareta Karên Navxweyî ya Tirkiyê weşand eywanên sînemayê yên heta 31ê Berfanbarê hatibûn girtin wê heta 1ê Adara 2021î girtî bimînin.
Xelata Civata Karîkatorîstên Endonizyayê ya bi navê "Na bo Derewê" dan Ehmedreza Sohrabî, hunermendê karîkatorîst ê îranî.
Navenda Çand û Hunerê ya Minbicê kesên ku dewreya muzîk, stran, nivîsa bi xeta erebî û wênesaziyê bi dawî kir, xelat kirin.