Nêçirîvanên ji Çewligê li navçeya Mazgêrda Dersimê derketin nêçîra kewan, ji aliyê gundiyan ve hatin rawestandin û gundiyan got “Em li vir nêçîrvaniyê naxwazin.”
Balefirên şêrr ên artêşa Tirkiyê careke din cihwarên jiyanê û gundên Herêma Kurdistanê nemaze li bintara çiyayê Qendîlê bombebaran kirin.
Li gundê Bilbesê yê Bêşebabê ser bi Şirnexê berhevkirina gûzan dest pê kir. Îsal ji ber bereketa gûzan bi qasî gundiyan seforî (simolek) jî dilxweş in.
Li navçeya Çelê ya Colemêrgê, birincê ku cotkaran bi kedeke mezin çandibû, gihîşt û çinîna wî dest pê kir. Ji ber ku berê wî îsal baş e, cotkaran ji dayînê kêfxweş in.
Li gundê Sarnûsayê ya navçeya Şaxê, giyayên li mêrgan tên berhevkirin bi hesp û qantiran tên kişandin. Gundî piştî giyayên xwe tînin gund, wan lod dikin û ji bo zivistanê hiltînin.
Îslahiyeya navçeya Dîlokê (Gazîantebê) qetandina tiriyên ku li ser 50 hezar dekarî hatine danîn dest pê kir, ji bo ku di rezê tiriyan da dizî çênebe Yekîtiya Parastina Malên Cotkaran 8 notirvan wezîfedar kirin û notirvan şev û roj nobetê digirin.
Çanda palûteyî ku bi salan e li Colemêrgê tê kirin, hîn jî di dema giyadirûtinê û karên din de didome.
Agirê ku li Taxa Arikli ya Licê ya Amedê (Diyarbekir) bi daran ket, gihaşt bax û baxçeyan jî. Şêniyên taxê bi derfetên xwe mudaxileyî şewatê dikin.
Walitiya Bedlisê qedexeya derketina derve danî ser 36 gundên Bedlisê.