Li Dêrsîmê ji ber berf û pûkê rêya 25 gundan hat girtin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i321606-li_dêrsîmê_ji_ber_berf_û_pûkê_rêya_25_gundan_hat_girtin
Li Dêrsîmê ji ber berf û pûkê rêya gundan ji çûn û hatinê ra hatiye girtin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 21, 2020 12:36 Asia/Tehran
  • Li Dêrsîmê ji ber berf û pûkê rêya 25 gundan hat girtin

Li Dêrsîmê ji ber berf û pûkê rêya gundan ji çûn û hatinê ra hatiye girtin.

Li gorî nivîsa beşa Kurmancî ya AA'yê, Berfa ku duh li bajêr lê kir û bi tesîr bû di jiyana rojane da bû sedema zehmetiyan.

Ji ber berf û pûkê rêya 5 gundên li ser navendê, 6 gundên li ser navçeya Xozatê, 3 gundên ser navçeya Mazgîrtê, 5 gundên ser navçeya Nazimiyeyê, gundekî li ser navçeya Pulumurê û 5 gundên li ser navçeya Pertekê ji çûn û hatinê ra girtî ne.

Ekîbên Îdareya Taybet a Bajêr a ku ji bo vekirina rêyan dest bi kar û xebatê kiribûn li ser karê xwe ne.