Tebax 31, 2022 20:19
Şîraz, bajarê cadûyî û lêvalêv ji bedewiyê, ne tenê di demsala biharê da, belkî di payîzê da jî hema wisa balkêş û xweşik e. Li nav baxên Şîrazê, Îmareta Şapûrî an jî Baxê Şapûrî yê Şîrazê nemaze di demsala payîzê da ji cihên herî taybet û balkêş ên vî bajarî ye. Ev şûnwar ji sala 1310an heta 1315an ji aliyê Hoste. Ebulqasim Mihendisî mîmarê binavûdeng ê şîrazî va hatiye avakirin û ayîdî Ebdulsahib Şapûrî ji bazirganên mezin ên Kazirûnê bûye.