Zahîyeya Beyrûtê piştî êrişên Rejîma Siyonîst
https://kurmanci.sahartv.ir/news/galerî-i351896-zahîyeya_beyrûtê_piştî_êrişên_rejîma_siyonîst
Li gorî rapora IRNAyê, Zahîyeya Başûr navçeyeke pirranî şîe-nişîn li dorhêla başûrê Beyrûta paytexta Libnanê û şaristana Be'bedayê ye. Ev navçe ji bilî şîeyan, kêmîneyek ji misilmanên sune, xirîstiyanî û kampeke awareyên filistînî bi gelheya 20,000 kesî di xwe da dihewîne. Zahîyeya Başûr navçeyeke niştecihbûnê û ticarî tevî gelek navendên kirrînê, firoşgeh û bazaran e.
(last modified 2026-02-24T13:12:22+00:00 )
Çirî 28, 2024 12:57 Asia/Tehran
  • Zahîyeya Beyrûtê piştî êrişên Rejîma Siyonîst

Li gorî rapora IRNAyê, Zahîyeya Başûr navçeyeke pirranî şîe-nişîn li dorhêla başûrê Beyrûta paytexta Libnanê û şaristana Be'bedayê ye. Ev navçe ji bilî şîeyan, kêmîneyek ji misilmanên sune, xirîstiyanî û kampeke awareyên filistînî bi gelheya 20,000 kesî di xwe da dihewîne. Zahîyeya Başûr navçeyeke niştecihbûnê û ticarî tevî gelek navendên kirrînê, firoşgeh û bazaran e.

Ev navçe dikeve bakurê Balafirgeha Navneteweyî ya Refîq Herîrî ya Beyrûtê.

Di cenga 2024an a navbera Rejîma Siyonîst û Libnanê da Zahîyeya Başûr bi giranî ji aliyê Rejîma Siyonîst va hatiye bombebarankirin û di encama van êrişan da zêdetirî 3600 avahî kavil bûne yan zirar li wan ketiye. Ev navçe çi di şerên navxweyî yên Libnanê û çi di şerên dijî Îsraîlê da bi caran veguheriye xirbe û kavilan û dîsan hatiye avakirin.