Futbolîstê Fransî Jean-Pierre Adams, piştî 39 sal mayîna di komayê de, îro jiyana xwe ji dest da.
Tîma Neteweyî ya Futbola Meksîkayê 3-1 li hemberî tîma Japonya serket û di fûtbolê ya mêran de medala tûnc a Olîmpîka Tokyo 2020 bi dest xist.
Tîma neteweyî ya futbolê ya jinan a Îranê di pêşbirkeyeke amadehiyê de li hemberî tîma hilbijartî ya Isfehanê lîst û karî vê tîmê bi encama 7-0 têk bibe.
Tîma futbolê ya Galatasarayê ji bo ku bi Olympiakosa tîma fitbolê ya Yewnanistanê ra pêşbirka amadehiyê bileyîze, çû Atînayê, lê ji ber ku testa wan a Kovîd-19ê nehat qebûlkirin û rastî miemeleyeke ne baş hat, vegeriya welat.
Tîma Arjantînê ya Futbolê di fînala Kupa Amerîka de Brezîlya bi golekê têk bir û piştî 28 salan bû şampiyon.
Di pêşbirka nîv fînala EURO 2020an de ya futbolê, Îtalya û Îspanya hatin hemberî hev. Di dawiya 120 xulekan de pêşbirk 1-1 bidawî bû û Îtalya di penaltiyan de bi 4 – 2 Spanyayê têk bir û bû yekemîn fînalîst.
Di 16 dewreyên dawîn ên 16emîn Şampiyona Futbolê ya Ewrûpayê (EURO 2020) de, Swîsrayê di penaltiyan de bi encama 5-4 ji Fransayê bir û derbasî çarêkfînalê bû. Di dema asayî ya pêşbirkê û dema zêdekirî de lîstik bi encama 3-3 bidawî bûbû
Îspanya di 16emîn gera Futbolê ya Ewropayê (EURO 2020) de ku dema normal 3-3 bi dawî bû, di dema dirêjkirî de Kirvatyayê(Kirvatîstan) bi 5-3 têk bir û derket çaryeka fînalê.
Di pêşbirka Futbolê ya duyemîn a Koma A ya EURO 2020 de Wêls Tirkiyê bi 2 golan têk bir: 2-0. Bi vê encamê Tirkiye di pêşbirka xwe ya duyemîn de jî bê pûan ma.
Malpera AFC û her weha rûpela Twitterê ya FIFA bertek nîşanî serkeftina Îranê ya li hember Kamboçya dan.