Cemal Reşîd,Cîgirê Hevserokatiya Rêveberiya Demokratîka Efrîn û Şehbayê- daxwaza alîkariya civaka cîhanî bo erdhejlêxistiyên Sûriyê kir.
Avahiyên li nêzikî peravê li bendera Skenderûnê ya Tirkiyê ji ber rabûna asta ava deryayê li pey erdheja sê roj beriya niha tên valakirin.
Çavkaniyên filistînî ragihandin ku li hin navçeyên Rexê Rojavayê Çemê Urdinê li pey erdheja êvara Sêşemiyê ya bi hêza 4.8 Rîşteran hezaz qewimî.
Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî tevî diyarkirina mixabiniya xwe ji ber qewimîna erdheja giran li Tirkiye û Sûriyê, ji bo candayîyan daxwaza rehmetê û ji bo şîndaran daxwaza sebr û hedarê kir.
Parlimanterekî Partîya Demokiratîk a Gelan (HDP) ragihand: “Hikûmet bi ragihandina “Rewşa Awarte’’ lê digere karesata erdhejê veguherîne derfetê.”
Bidawîhatina gîhandina alîkarîyan li Hemayê, jordaçûna hejmara gorîyên erdhejê li Laziqîyeya Sûrîyê û gihîştina karwanên hawargiheştinê yên Heşdi Şe’bîyê dawîn alûgurên têkildarî erdhejê li Sûrîyê ne.
Wezîrê Karên Derve yê Komara Islamî ya Îranê amajeyî erdheja li Tirkîye û Sûrîyê kir û got: Îran amade ye her cure alîkarîyeke mirovdostîyê bide Tirkîye û Sûrîyê.
Qedrî Esen, Rojnamevan ji Amedê zaniyraiyên herî dawî derbarê erdhejê de raber dike.
Her ku diçe, hejmara gorriyên erdhejê li Tirkiyê û Sûriyê zêde dibe.
Li pey qewimîna erdheja bi hêza 7,8 Rîşteran li Tirkiyê, Wezareta Tenduristiyê ya Sûriyê heta vê demê candayîna 403 kesan li navçeyên bin kontrola Şamê piştrast kir.