Heşdi Şe’bî: “Zexta Amerîakyê yê nekare alîkarîgîhandina me li Sûrîyê asteng bike”
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i339454-heşdi_Şe’bî_zexta_amerîakyê_yê_nekare_alîkarîgîhandina_me_li_sûrîyê_asteng_bike
Fermandeyê Operasyona Al Anbar a Rêxistina Heşdi Şe’bî ya Iraqê pêgirî kir ku ev rêxistina di rêza pêşîn a wan rêxistinan da ye ku alîkarîyê digihînin deverên erdhejlêketî yên Sûrîyê.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 11, 2023 14:18 Asia/Tehran
  •  Heşdi Şe’bî: “Zexta Amerîakyê yê nekare alîkarîgîhandina me li Sûrîyê asteng bike”

Fermandeyê Operasyona Al Anbar a Rêxistina Heşdi Şe’bî ya Iraqê pêgirî kir ku ev rêxistina di rêza pêşîn a wan rêxistinan da ye ku alîkarîyê digihînin deverên erdhejlêketî yên Sûrîyê.

Fermandeyê Operasyona Al Anbar a Rêxistina Heşdi Şe’bî ya Iraqê “Qasim Muslih” di axavtinekê da pêgirî kir: “Rêxistina Heşdi Şe’bîyê di rêza pêşîn a wan rêxistinan da ye ku alîkarîyê digihînin deverên erdhejlêketî yên Sûrîyê û ji bo şandina karwanên hawargiheştin û alîkarîyê bo gelê Sûrîyê jî di navbera her du alîyan da hevahengîyeke tam heye.”

Muslih dîyar kir ku alavên Heşdi Şe’bîyê yên taybet bi barhilgirtin û rakirina kavilan bo deverên erdhejlêketî yên Sûrîyê hatine şandin û got: “Erka parastina karwanên ku ji Iraqê bo Sûrîyê tên şandin ser milê Heşdi Şe’bîyê ye.”

Fermandeyê Operasyona Al Anbar a Rêxistina Heşdi Şe’bî ya Iraqê amajeyî vê yekê kir ku Amerîka bi heceta operasyonên xwe yên leşkerî bû sedem ku karwanekî hawargiheştin û alîkarîgîhandinê yê Heşdi Şe’bîyê dereng derbasî Sûrîyê bibe û got: “Zextên Amerîkayê ji bo derengxistina gîhandina alîkarîyan bo gelê Sûrîyê yê ti wextî bandorê li hewlên me nekin.”