kombûna navnetewî ya ``Erbeîn, mêhwera tifaqê li cîhanê
Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî ferman da ku jiara ziyarekerên îranê di merasimên Erbeyîna Îmam Huseyn (S) du qatî zêde bibe.
Rêûrisma xwendina Ziyaretnameya Erbeînê bi amadebûna Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî ji çend deqîqeyan beriya niha va li Huseyniyeya Îmam Xumeynî (Re) destpê bû.
Îsal bi belavbûna Vîrûsa Koronayê û sînordarbûna çûyîna ziyaretkerên derveyî bo Iraqê, şîeyên Iraqê meşa mezin a Erbeîna Îmam Husên (S) bi berçavgirtina babetên paqijî û tendurustiyê û danîna maskeyê pêk tînin û vê yekê rewş jibo ziyaretkeran dijwar kiriye.
Îro Pêncşemî 20ê meha Sefera sala 1442an a Koça Heyvî hevdem digel 8ê Cotmeha 2020î, Çilema şehadeta hezretê Îmam Husên (S), Îmamê sêyem ê şîeyan û hogirên wî yên sozdar li çola Kerbelayê ye.
Îrana Îslamî sibê pêncşemê li roja Çilema (Erbeyîna) şehadeta Îmamê Huseyn (S) û ehlê beyta wî hezretî û heval û hogirên emekdar ên wî hezretî tazîdar e.
Hevdem digel çilema şehadeta hezretê Eba Ebdullah ul-Husên (S) û hogirên wî yên sozdar, rêûrisma xwendina Ziyaretnameya Erbeyînê bi amadebûna Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî dê li Huseyniyeya Îmam Xumeynî (Re) were lidarxistin.