Rêketina Bexda-Têhranê jibo veguhestina ziyarekerên Erbeînê bo Iraqê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i343054-rêketina_bexda_têhranê_jibo_veguhestina_ziyarekerên_erbeînê_bo_iraqê
Ziyaretkerên Erbîna Huseynî(s) îsal bi nêzîkî 3 hezar geştên esmanî ji 20 balefirgehên Îranê sefera Iraqê dikin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 14, 2023 13:45 Asia/Tehran
  • Rêketina Bexda-Têhranê jibo veguhestina ziyarekerên Erbeînê bo Iraqê

Ziyaretkerên Erbîna Huseynî(s) îsal bi nêzîkî 3 hezar geştên esmanî ji 20 balefirgehên Îranê sefera Iraqê dikin.

 

Muhemed Muhemedîbexş, Serokê Rêxistina Balefiran a Îranê piştî hevdîtina bi Îmad Ebdulrezaq El-Esedî, Serokê Rêxistina Balefiran a Iraqê li Bexdayê got: Dewleta Iraqê bi hevkariya zêdetir bi Îranê re li heyamê Erbeîna Huseynî(S) amadetiya xwe ragihandiye.

Serokê Rêxistina Balefiran a Îranê  teqez kir: 20 balefirgeh li Îranê ziyaretkerên Erbeîna Huseynî (S) dê veghezînin du balefirgehên Bexda û Necefê û hewl tê dayîn pirsgirêka ziyaretkeran bi hevkariya berpirsên  balefirên Iraqê herî kêm bibe.

 Îmad Ebdulrezaq El-ESedî, Serokê Rêxistina  Balefiran a Iraqê jî di bersiva pirsa nûçegîhanê Îranpressê de got: Bi hevkariya Îranê hewl tên dayîn ku pirsgirêka ziyaretkerên Erbeîna Huseynî(s) ji Îranê bo Iraqê kêm bibe û hejmara seferên  bo Etebatê Aliyat zêdetir bibin.