Li navenda Efrînê di navbera çeteyên girêdayî bi dewleta Tirkiyê û niştecihan şerekî dijwar derket
Pêvajoya avakirina komavahiyên niştecîkirina Ereb û Turkmenên hawirde li herêma Efrînê ya bakûrê Sûriyê hatiye berfirehkirin û bilezkirin. Herî dawî komavahiyek ji 250 malên niştecîkirinê li Cindirêsê hatiye avakirin.
Çeteyên “Polîsên Sivîl” ên girêdayî bi dewleta Tirkiyê li navçeya Mabeta ya herêma Efrînê ya dagirkirî kalmêrekî 78 salî revand.
Ciwanekî Kurd ê ji herêma Efrînê ya kurdên Sûriyê li zîndaneke çeteyên ser bi Tirkiyê ve di bin îşkenceyê de hat kuştin.
Artêşa Tirkiyê û komên çete yên girêdayî bi wê gundên Nêrebiyê, Zîwan, Til Cîcan û Til Medîq ên kantona Şehbayê topbaran kirin.
Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) bi daxuyaniyekê encamên çalakiyên ku li deverên cuda li dar xistine eşkere kirin û got: “4 leşkerî Tirkiyê hatine kuştin.”
Artêşa Tirkiyê û çeteyên girêdayî bi wê gundên Şêx Îsa û Hirbilê yên Şehba û derdora gundên Aqîbê û Bênê yên Şerawayê topbaran kirin.
Tirkiyê kuştina efserekî xwe li herêma Efrînê ya bakurê rojavayê Sûriyê û di encama êrîşeke rokêtî de ragihand.
Çeteyên ser bi Tirkiyê li gundewarê Efrînê 3 welatiyên sivîl girtine û ti zanyarî li ser wan nahtine naskirin.
Çeteyên Lîwa El-Şemal ên dewleta Tirkiyê li gundê Zerê yê navçeya Bilbilê ya herêma Efrînê 75 darên zeytûnê birîn.