Karzanên NY di rapora xwe da hin kiryarên Tirkiyê û komên çekdar ên bin fermana wê li navçeyên dagirkirî yên kurdnişîn ên Sûriyê ji wan li Efrînê wek mînaka sûcên şêrr zanîn.
Dewleta Tirkiyê di demên dawî de siyaseta guhertina demgorafiyê li Efrîna dagirkirî zêdetir kiriye, avahiyên mêtîngeriyê ava dike da ku malbatên çeteyan û yên ji derve lê bi cih bike.
Desthilata Bakur û Rojhilatê Sûriyê hişyarî da ku êrişên domdar ên dewleta Tirkiyê yên li ser herêmê dê bi xwe re atmosferekî ji bo vegera DAIŞ`ê bîne. Her wiha bang li hêzên "Garantor" kir ku êrişên dewleta Tirkiyê rawestînin.
Êzidiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê Çarşema Sor pîroz kir.
Çeteyên “Firqeya El-Hemzat” a girêdayî dewleta Tirkiyê ji gundê Dargirê yê navçeya Mabeta ya Efrîna dagirkirî welatiyek revand û bir cihekî ne diyar.
Li gundê Şîxutka ser bi bajarokê Mabata ya Efrîna bakurê Sûriyê, polîsên leşkerî yên ser bi Tirkiyê gencekî Kurd bi tohmeta peywdeniyê li gel YPGê girt.
Welatiyekî efrînî ku li aqubeta du kurên xwe yên revandî pirsî, ji aliyê MÎT'ê ve hate girtin.
Çeteyên Sûrî yên bi artêşa Tirkiyê re herêma kurdan a Efrînê li bakurê rojavayê Sûriyê dagîr kirine, 5 kes ji gundên Efrînê revandin.
Li navçeya Raco ya Efrîna bakurê Sûriyê, komên çekdar ên ser bi Tirkiyê Girê Hibişkoyê li ser Çemê Reş ku girekî kevnar û dîrokî ye têk dan.
Li navçeya Bilbilê ya herêma Efrînê ya dagirkirinî di navbera du komên çete de şer rû dide.