HRE: Di çalakiyên hêzên me de 4 leşkerên tirk hatin kuştin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i333762-hre_di_çalakiyên_hêzên_me_de_4_leşkerên_tirk_hatin_kuştin
Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) bi daxuyaniyekê encamên çalakiyên ku li deverên cuda li dar xistine eşkere kirin û got: “4 leşkerî Tirkiyê hatine kuştin.”
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 06, 2022 08:25 Asia/Tehran
  •  HRE: Di çalakiyên hêzên me de 4 leşkerên tirk hatin kuştin

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) bi daxuyaniyekê encamên çalakiyên ku li deverên cuda li dar xistine eşkere kirin û got: “4 leşkerî Tirkiyê hatine kuştin.”

HREê bi daxuyaniyekê ragihand: “Li hember êrişên artêşa Tirkiyê ya dagirker çalakiyên me yên bersivdayinê berdewam dikin. Di 3`yê Gulanê de, li Şera, Bab û Ezazê ji aliyê hêzên me ve rêzeçalakiyên bibandor hatin lidarxistin.

Li gundê Enapkê yê navça Şera, baregeheke artêşa Tirkiyê hat hedefgirtin. Di encama vê çalakiyê de 4 leşkerên Tirkiyê hatin kuştin.

Li bajarokê Babê di encama çalakiya sekvanî de çeteyek hat kuştin.

Li xeta Ezazê di encama çalakiyekê de serbazek artêşa Tirkiyê hat kuştin û 4 leşker jî brîndar bûn. 

Di van çalakiyan de bi giştî 1 ji wan serbaz 4 leşkerên Tirk û çeteyek hatin kuştin, 4 leşker jî birîndar bûne.”