Li herêma Efrînê ya bakurê Sûriyê grûpeke çekdar hejmareke darên zeytûnên welatiyan li nehiyeya Cindirêsê birîne.
Li Efrîna bakurê Sûriyê 2 welatiyên Kurd ji aliyê îstîxbareta Tirkiyê ve hatin girtin.
Navenda bajarê kurdnişîn ê Efrînê li bakurê rojavayê Sûriyê ku niha artêşa Tirkiyê û çeteyên wê yên ku navê opozisyona Sûriyê li wan kirine, ew dagir kiriye, hat topbarankirin.
Wezareta Derve ya Sûriyê diyar kir ku teşkîlata ku jê re "Rêveberiya Xweser" tê gotin tenê planek e ku Sûriyê lawaz bike.
Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê, Suleyman Soylu di pêşhateke nû de bêyî îzna hikûmeta Şamê derbasî nav axa Sûriyê bû û serdana beşên dagirkirî yên ji aliyê artêşa Tirkiyê û komên çete yên Sûrî kir ku herdu bajarên Efrîn û Izazê jî di nav de ne.
Li bajarê Efrînê yê ku di bin dagirkeriya dewleta Tirkiyê û komên girêdayî bi wê de ye, erebeyeke bombebarkirî teqiya.
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demorkatîk (HSD), Mezlûm Ebdî wêne û dîmenên goristana aydê endamên YPG, YPJ’ê û sivîlan parve kir û got: “Dawî li vê qirkirinê bînin.”
Hate ragihandin ku di teqîna ku duh li bajarê Efrînê pêk hatî de 3 çete hatin kuştin.
Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê ragihand; du rojên şemî û yekşemê hêzên artêşa Tirkiyê û çekdarên girêdayî wê, navçeya Til Rifet û devera Şehbayê topbaran kirin.
Serokê Komîteya Lêkolînên Navdewletî ya Serbixwe ya Netewên Yekbûyî Paulo Pinheiro ragihand ku li Efrîn û Serê Kaniyê komên çekdar, jin û zarokan desteser dikin û di binpêkirinên xwe de berdewam in.