Efrîna dagirbûyî; 2 welatiyên Kurd hatin girtin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i327942-efrîna_dagirbûyî_2_welatiyên_kurd_hatin_girtin
Li Efrîna bakurê Sûriyê 2 welatiyên Kurd ji aliyê îstîxbareta Tirkiyê ve hatin girtin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 30, 2021 04:47 Asia/Tehran
  • Efrîna dagirbûyî; 2 welatiyên Kurd hatin girtin

Li Efrîna bakurê Sûriyê 2 welatiyên Kurd ji aliyê îstîxbareta Tirkiyê ve hatin girtin.

Li gorî nûçeya Rûdawê, "Polîsên Serbazî yên ser bi hikûmeta demkî ya opozisyona Sûriyê û îstixbarata Tirkiyê ve, 2 welatiyên Kurd ji gundê Şorbe yê herêma Efrînê girtin.

Çavkaniyeke gundê Şorbe ji Rûdawê re got, ku polîsên serbazî û îstîxbareta Tirkiyê, 2 welatiyên Kurd ji gundê wan girtine.

Heman çavkaniyê diyar kir ku heta niha sedemên girtinê û cihê ku ew herdu bo hatine veguhastin, ne diyar in.

Navên wan herdu hemwelatiyên Kurd ku ji aliyê îstîxbareta Tirkiyê ve hatine revandin; Abidîn Omer ê 55 salî û Nîhad Bêrem ê 45 salî.