Grûpên çete li Efrînê 19 welatiyên Kurd girtine
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i328270-grûpên_çete_li_efrînê_19_welatiyên_kurd_girtine
Çeteyên Fîrqeya Siltan Murad, bi fermandariya Neqîb Ûrabe Idrîs 16 welatiyên Kurd ji gundê Qutqulaqê ser bi nahiyeya Şera ya bajarê kurdên Sûriyê Efrînê ve girtin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 14, 2021 19:24 Asia/Tehran
  • Grûpên çete li Efrînê 19 welatiyên Kurd girtine

Çeteyên Fîrqeya Siltan Murad, bi fermandariya Neqîb Ûrabe Idrîs 16 welatiyên Kurd ji gundê Qutqulaqê ser bi nahiyeya Şera ya bajarê kurdên Sûriyê Efrînê ve girtin.

Çeteyên Fîrqeya Siltan Murad 17 welatî ji gundê Qurtqulaqê ku muxtarê gund jî di nav de ye, girtine, wê grûpa çete ya girêdayî Tirkiyê 7 gundî girtibûn û bi tundî îşkence dabûn.

Muxtarê gund hewl dabû sedema girtina wan û çarenivîsa wan bizanibe, ji aliyê heman grûpê ve li gel 9 kesên din ku piraniya wan kesûkarên muxtar in, girtine.

Muxtar û 2 kesên din roja înê, hatine azadkirin, lê hîna 18 kesên din girtî ne.

Neqîb Ûrabe Idrîs, fermandarê grûpa çete, ji gundê el-Mûbarekiyê li gundewarên başûrê Himsê ye û ji malbata wezîrê berevaniyê yê opozisyona Sûriyê Selîm Idrîs e.