Berdevkê hêzên çekdar ên Yemenê derbarê her cure kiryara dijî vî welatî hişyarî da Amerîkayê û got: Hêzên leşkerî yên vî welatî ji bo rawestana li ber her cure destdirêjiyê amade ne.
Navenda nasiyar bi vegeryana awareyên filistînî bo ser axa xwe hişyarî da ku Rêjîma Siyonîst di halê destdirêjiya cinsî ya sîstematîk li dijî gelê Filistînê ye.
Kanala CNN'ê qala dosyeya azirandina cinsî li nav leşkerên Garda Perravê ya Amerîkayê kir.
Tevgera Hamas'ê, Teşkîlata Xwerêveber û Wezareta Karên Derveya Urdinê destdirêjiya Wezîrê Ewlehiya Navxweyîya kabîneya Netanyahû ser Mizgefta Eqsayê şermezar kirin.
Navendeke mafên mirov li Yemenê ragihand ku ji ber destdirêjiya Hevpeymaniya Siûdî li dijî vî welatî di heyama heft sal û nîvê borî da 18 hezar û 13 yemenî şehîd bûne.
Nûnertiya HDP’ê ya Herêma Kurdistana Iraqê got, divê hikumeta Herêma Kurdistana Iraqê jî bêdeng nemîne û daxwaza gelê Kurd neke qurbanê êrişên dagirkeriyê.
Nûnerê Hevpeymaniya Fethê li Parlimana Iraqê tevî hişyarkirina serokkomarê Tirkiyê jê ra got: Hûn ku nikarin PKKyê kontrol bikin; Vêca çawa dixwazin dijî Iraqê rawestin?
Wezareta berevaniyê ya Tirkiyê piştrast kir ku leşkerekî din ê vî welatî li bakurê Iraqê hatiye kuştin.
Desthilata Bakur û Rojhilatê Sûriyê hişyarî da ku êrişên domdar ên dewleta Tirkiyê yên li ser herêmê dê bi xwe re atmosferekî ji bo vegera DAIŞ`ê bîne. Her wiha bang li hêzên "Garantor" kir ku êrişên dewleta Tirkiyê rawestînin.
Berdevkê Wezareta karên derve ya Iraqê ragihand: Îdiaya Enqerê ya hevahengiya tev Bexdayê derbarê operasiyona wê ya leşkerî derew e.