Berdewambûna destdirêjiya ser axa Sûriyê, Rejîma Siyonîst li Sûriyê xalek çavdêriyê ava kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i356176-berdewambûna_destdirêjiya_ser_axa_sûriyê_rejîma_siyonîst_li_sûriyê_xalek_çavdêriyê_ava_kir
Rejîma Siyonîst li yek ji herêmên başûrê Sûriyê xalek lêgerînê ava kir û ciwanekî Sûrî desteser kir.
(last modified 2025-09-15T10:05:15+00:00 )
Îlon 15, 2025 10:31 Asia/Tehran
  • Berdewambûna destdirêjiya ser axa Sûriyê, Rejîma Siyonîst li Sûriyê xalek çavdêriyê ava kir

Rejîma Siyonîst li yek ji herêmên başûrê Sûriyê xalek lêgerînê ava kir û ciwanekî Sûrî desteser kir.

Zêrevana Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku hêzên Rejîma Siyonîst derbasî nava axa Sûriyê bûne û li bakurê gundê Refîd ê li derdora başûrê Quneyterê xaleke lêgerînê ava kirine.

Hêzên Siyonîst dema lêgerîna rêwiyan ciwanek girtin û piştî wê vegeryan baregeha Til Ehmerê

Her wiha,  komeke leşkerî ya siyonîst bi 10 wesayîtên leşkerî derbasî derdora gundê Eyn Zîwan bûn û xwefirên sîxurîyê jî hevdem li wir ketin gereçavdêriyê.

Vê dawiyê jî hêzên artêşa Siyonîst li gundê Sîsonê li derdora Derayê li başûrê Sûriyê bi cih bûn.