Efserekî din ê artêşa Tirkiyê li bakurê Iraqê hat kuştin.
Li navçeya Bilbilê ya herêma Efrînê ya dagirkirinî di navbera du komên çete de şer rû dide.
Parlimana Tirkiyê roja Sêşemiyê operasiyona dervesînorî ya artêşa vî welatî li Iraq û Sûriyê bo heyama 2 salên din dirêj kir.
Yekîtiya Ewropayê di rapora xwe ya salane da Tirkiye wek 'Hêza dagirker' bi nav kir û nîgeraniya xwe ji binpêkirina Mafên Mirovan li bakur û rojhilatê Sûriyê ji aliyê Tirkiyê va ragihand.
Di nava revandiyan de 3 keçik hebûn, yek ji wan hat berdan û hîna 2 keçik jî revandî ne.
Koçbereke ji Girê Spî da zanîn ku li herêmên dagirkirî ewlehî û aramî tune ye û jiyan wekî dojehê ye.
SANA Newsê ragihand ku cesedê gullebarankirî yê eskerekî Tirkiyê li bakurê rojhilatê Sûriyê hat dîtin.
Jina bi navê E. A û zaroka xwe ya 3 salî ji beriya salekî ji aliyê çeteyên girêdayî bi artêşa Tirkiyê ve hatibû revandin. E. A serpêhatiya xwe û çarenûsa hevjînê xwe yê ji aliyê istixbarat Tirkiyê ve hatiye revandin vegot.
SOHR, ragihand ku li pêşiya dikaneke firotina çekan a li sûka gel a bajarê Idlibê teqînek rû da. Di encamê de bi kêmamî 15 kes birîndar bûn.
Di teqîna ku uh êvarê li bajarê Efrînê rû da de, ji malbatekê zarokekî jiyana xwe ji dest da û 4 jî birîndar bûn.