Parlimana Tirkiyê operasiyona artêşa vî welatî li Iraq û Sûriyê dirêj kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i329652-parlimana_tirkiyê_operasiyona_artêşa_vî_welatî_li_iraq_û_sûriyê_dirêj_kir
Parlimana Tirkiyê roja Sêşemiyê operasiyona dervesînorî ya artêşa vî welatî li Iraq û Sûriyê bo heyama 2 salên din dirêj kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 27, 2021 06:03 Asia/Tehran
  • Parlimana Tirkiyê operasiyona artêşa vî welatî li Iraq û Sûriyê dirêj kir

Parlimana Tirkiyê roja Sêşemiyê operasiyona dervesînorî ya artêşa vî welatî li Iraq û Sûriyê bo heyama 2 salên din dirêj kir.

Li gorî rapora IRNAyê, Dewleta Tirkiyê pêştir bi raberkirina pêşnumayekê bo parlimanê daxwaza dirêjkirina dusalî ya destûra operasiyona artêşa vî welatî li Iraq û Sûriyê kiribû.

Artêşa Tirkiyê di çend salên borî da li gorî desthilata ku parlimana vî welatî daye wê, bi caran destdirêjiya axa Sûriye û Iraqê kiriye û beşine axa van 2 welatan dagir kirine.

Ev destdirêjî tûşî berteka tund a dewletên Iraq û Sûriyê û welatên din ên cîhanê bûye.