Tîrmeh 25, 2021 21:25
Terorîstên DAIŞê li bajarên kurdnişîn li bakur û rojhilatê Sûriyê û Dêrezorê ku derbasî çi cihê dîrokî dibûn, berhem û şûnwarên wî cihî têk didan. Yek ji wan jî Girê Ecac li başûrê Hesekê ye, çekdarên DAIŞê di nav gir de, gelek tonêl kolandinbûn û bi gotina xelkê gund, ku wan bi çavên xwe dîtine, peykerekî mezin derdora 3 metran, ji nav gir derxistine û bi xwe re birine.