Li bakur û rojhilatê Sûriyê 93 kesên din bi Koronayê ketin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i328317-li_bakur_û_rojhilatê_sûriyê_93_kesên_din_bi_koronayê_ketin
Desteya Tendirustiyê ya bakur û rojhilatê Sûriyê ragihand; 93 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 16, 2021 20:05 Asia/Tehran
  • Li bakur û rojhilatê Sûriyê 93 kesên din bi Koronayê ketin

Desteya Tendirustiyê ya bakur û rojhilatê Sûriyê ragihand; 93 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketin.

Hevserokê Desteya Tenduristiya bakur û rojhilatê Sûriyê amarên 24 saetên borî yên vîrûsa koronayê belav kir.

Dr. Ciwan Mistefa, Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya bakur û rojhilatê Sûriyê ragihand; 93 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine, ku ji wan 39 kes li Hesekê, 20 kes li Qamişlo, 3 kes li Dêrikê, 4 kes li Amûdê, 2 kes li Kampa Holê, 2 kes li Kampa Newroz, 1 kes li Kampa Roj, 2 kes li Herêma Feratê, 16 kes li Reqayê, 3 kes li Tebqayê û 1 kes li Minbicê ye.

Bi vî awayî, hejmara kesên li bakur û rojhilatê Sûriyê wek hilgirên vîrûsa koronayê hatine tomarkirin gihiştiye 19 hezar û 80 kesan, ji wan  hezar û 912 kes baş bûne û 768 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.