Çavkaniyên Îraqî ragihand ku balafirên Tirkiyê deverên bakurê parêzgeha Dihokê li Herêma Kurdistanê dîsa bombebaran kirin.
Ev demeke artêşa Tirkiyê û çeteyên wê rojane gundên Zirgan û Til Temirê topbaran dikin, ji ber topbaranê welatiyan 15 gundan malên xwe vala kirine û koçber bûne.
Hêzên dagirker gundên Dirdara û Micêbra yên Til Temirê li bakurê Sûriyê topbaran kirin û malek li Micêbrayê wêran kir.
Kemal Kilîçdaroxlû, Serokê Partiya Komarîxwaz a Gel a Tirkiyê (CHP) tevî rexneya ji dewama şandina hêzên çekdar ji aliyê delweta Erdoxan bo Sûriyê, daxwaza vekirina balyozxaneya wî welatî li Şamê kir.
Parlimana Tirkiyê roja Sêşemiyê operasiyona dervesînorî ya artêşa vî welatî li Iraq û Sûriyê bo heyama 2 salên din dirêj kir.
Artêşa Tirkiyê amadekariyên destpêkirina operasyoneke leşkerî dikin û ji bo vê mebestê bi sedan çete ji Efrînê vediguhêzînin Girê Sipî.
Artêşa Tirkiyê û çeteyên wê gundê Şêx Îsa li Şehbayê bi giranî topbaran kir û di endamê de du zarok û du leşkerên Sûriyê birîndar bûne.
Artêşa Tirkiyê û çeteyên wê li gundê Til Cûma yê Asuriyan ê Til Temirê li bakurê Sûriyê dibistanek, goristanek û navenda veguhestina kehrebeyê kirin hedef û dêra gund hilweşandin.
Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê kuştina serbazekî welatê xwe li navça operasyona Mertalê Firat li bakurê Sûriyê ragihand.
Ozcan Yildiz endamê payebilind ê PKKê di dewama êrîşên neqanûnî yên Tirkiyê ser bakurê Iraqê canê xwe ji dest da.