Êrîşên artêşa Tirkiyê yên li ser Bakurê Iraqê dewam dikin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i330180-Êrîşên_artêşa_tirkiyê_yên_li_ser_bakurê_iraqê_dewam_dikin
Balafirên Tirkiyê bi 14 mûşekan êrişên xwe yên neqanûnî li ser xaka Iraqê berdewam kirin û derdora gundê Heror li devera Kanî Masî li Herêma Kurdistanê bombebaran kirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 21, 2021 15:10 Asia/Tehran
  • Êrîşên artêşa Tirkiyê yên li ser Bakurê Iraqê dewam dikin

Balafirên Tirkiyê bi 14 mûşekan êrişên xwe yên neqanûnî li ser xaka Iraqê berdewam kirin û derdora gundê Heror li devera Kanî Masî li Herêma Kurdistanê bombebaran kirin.

Li gorî rapora IRNA`yê, di encama êrişan de ziyanên madî giheştin zeviyên çandiniyê yên cotkaran û daristanên derdora navçeyên bombebarankirî.

Hikûmeta Tirkiyê jî dibêje, ew êriş li dijî çekdarên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) hatine encamdan.

Enqerê PKKê wek grûpeke terorîst dide nasandin û bi hinceta şerê li dijî vê gurûpê gelek deverên bakurê Iraqê û Sûriyê dagir kirine û bicaran ji erd û esmîn êrişî van deveran dike û zêde ji her grûp û herkesekî xelkê sivîl ê deverê ji ber van êrişan ziyanên canî û malî dibînin û gelek caran jî neçar dibin ku terka mal û avahî û gundên xwe bidin.