Bombebarankirina Bakurê Iraqê ji aliyê balafirên Tirkiyê ve
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i330003-bombebarankirina_bakurê_iraqê_ji_aliyê_balafirên_tirkiyê_ve
Çavkaniyên Îraqî ragihand ku balafirên Tirkiyê deverên bakurê parêzgeha Dihokê li Herêma Kurdistanê dîsa bombebaran kirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 13, 2021 14:35 Asia/Tehran
  • Bombebarankirina Bakurê Iraqê ji aliyê balafirên Tirkiyê ve

Çavkaniyên Îraqî ragihand ku balafirên Tirkiyê deverên bakurê parêzgeha Dihokê li Herêma Kurdistanê dîsa bombebaran kirin.

Çavkaniyên Îraqî îro Şemiyê ragihandin ku balafirên artêşa Tirkiyê bi heceta şerê dijî PKKê, Çiyayê Metînê li derdora gundê Serkalî li navçeya El-Emadiye ya parêzgeha Dihokê bombebaran kirin û di encamê de ziyaneke mezin giheşte sivîlan û mal û milkên wan.

Her wiha van çavkaniyan diyar kirin balefirên şer ên dewleta Tirkiyê cardin devera Garê ya Duhokê jî bomberdûman kirin.

Derbarê encama bomberdûmanê agahiyên zelal nehatin bidestxistin.

Ji ber şer û pevçûn di navbera Tirkiye û PKKê de Li bakurê Iraqê gelek welatiyan koç kirine û ji her du aliyan dixwazin ku şerên xwe ji warên wan dûr bikin.