Adar 24, 2021 16:55
Wezîrê Derve yê Amerîka di salvegera duyem a azadkirina tevahiya navçeyên bin destê DAIŞê li Iraq û Sûriyê de pesnê mêrxasî û fedekariya hêzên Pêşmerge, artêşa Iraqê û Hêzên Sûriya Demokratîk da û got ku erkê wan ê jinavbirina DAIŞê bi dawî nebûye.