Amerîka: Bila Tirkiye kirrîna S-400a Rûsiyê bide rawestandin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i325952-amerîka_bila_tirkiye_kirrîna_s_400a_rûsiyê_bide_rawestandin
Wezîrê karên derve yê Amerîkayê tevî berevaniya ji daxuyaniya Joe Biden a bifermînaskirina tevkujiya ermeniyan, ji Tirkiyê xwest ku kirrîna S-400a Rûsiyê rawestîne.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 29, 2021 08:45 Asia/Tehran
  • Amerîka: Bila Tirkiye kirrîna S-400a Rûsiyê bide rawestandin

Wezîrê karên derve yê Amerîkayê tevî berevaniya ji daxuyaniya Joe Biden a bifermînaskirina tevkujiya ermeniyan, ji Tirkiyê xwest ku kirrîna S-400a Rûsiyê rawestîne.

Li gorî rapora IRAN Pressê, Antonî Blînken, Wezîrê karên derve yê Amerîkayê roja Çarşemiyê got: Daxuyaniya 24ê Nîsana 2021ê ya serokomar Joe Biden tiştekî ecêb nebû; Ji ber ku wî li Senayê di heyama rikeberiyên hilbijartinê da jî ew yek hilêxistib.

Wezîrê karên derve yê Amerîkayê destnîşan kir: Kirrîna Pergala S-400ê, teknolojî û hêzên Amerîkayê û hevpeymanên me dixe metirsiyê. Ev yek dibe sebeb dewlemendbûn û bandordanîna Rûsiyê.

Amerîkayê Tirkiye hişyar kiriye heke pergalên S-400ê werbigire, dê tûşî boykotên Waşîngtonê were. Lê Tirkiye heta niha hazir nebûye teslîmî zextên Amerîkayê bibe û destnîşan kiriye ku bi tu awayê dê dest ji wergirtina pergalên S-400ê nekişîne.