Piştî erdheja Giran a li bakurê Sûriyê, yekim barê alîkariyên mirovî yên NY ji riya deverên di bin kontrola hikûmeta Sûriyê de gihêşt Idlbê.
Rêxistina Heyva Sor a Tirkiyê roja Yekşemiyê ji ber firotin û nedayîna konan bo kesên rizgarbûyî ji erdheja 6ê Sibatê ku başûr rojhilatê Tirkiyê kavil kir, ji aliyê dijber û medyayên vî welatî va hat rexnekirin.
Balefira sêzdehem a alîkariyên mirovdostane yên Komara Îslamî ya Îranê bo ziyandîtiyên erdhejê li Sûriyê roja Şemiyê li balefirgeha Helebê daket.
Kovareka erebî nivîsî: “Şêniyên navçeyên erdhejlêketî yên bakûrê Sûriyê yên wekî Efrînê ku kontrola wan di destê hêzên çekdar ên di bin fermana Tirkiyê da ye, ji alîkariyên navneteweyî bêpar in.”
Serokkomarê Iraqê xwest ku hevkarîyên vî welatî û Komara Îslamî ya Îranê bên berfirekirin.
Hevserokê Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) Serokkomarê Tirkîyê berpirsê rasterast ê jordaçûna hejmara gorîyên erdhejê û xisarên ji ber wê zanî.
Tîma Alîkarîgihandin û Rizgarkirinê ya îsraîlî ku ji bo alîkariya bo ziyandîtiyên nerdhejê li Tirkiyê hatibû şandin, hin deqên destnivîs ên kevn li Kenîseya kavilbûyî ya li bajarê Entakîyeyê dizîn.
Mewlûd Çawûşoxlû û “Antonio Tajani” wezîrên karên derve yên Tirkiye û Îtalyayê di vê gotûbêja bi rêya telefonê da derbarê rewşa navçeyên erdhejlêqewimî li Tirkiyê û şandina alîkariyên mirovdostane bo Enqereyê axivîn.
Ji ber sersariya civaka cîhanî li hemberî erdheja qewimî li bakurê Sûriyê, rewşa ziyandîtî û mexdûrên vê bobelatê li vî welatî aloz e.
Şandina alîkarîyên mirovdostîyê yên Komara Îslamî ya Îranê bo gelê Sûrîyê didome.