Desteya Tenduristiyê ya Desthilata Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro ragihand ku li herêmê 236 kesên din bi covid-19 ketine û 5 kesan jiyana xwe ji dest daye.
Artêşa Tirkiyê û çeteyên wê di van kêliyan de derdora bajarokê Til Rifetê û gundê Til Cîcan ê kantona Şehbayê û gundê Til Cemîl ê bakurê Helebê topbaran dikin.
Komîteya Çand û Hunerê ya Şehbayê li ser fîlmeke sînemayê ya nû ya bi navê "Çîroka Koçberekî" dixebite û tê payîn ku dê di demeke nêz de li herêma Şehbayê were pêşandan.
Li gorî texmîneke rêxistineke xwecihî ya mafên mirovan, nifûsa kurdan li bajarê Efrînê ku ji sala 2018an va ji aliyê Tirkiyê û komên girêdayî bi wê va hatiye dagirkirin, ji sedî 65 gihîştiye sedî 35ê.
Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku 85 kesên din bi vîrusa koronayê (Covid_19) ketine û 7 kes jî ji ber koronayê jiyana xwe ji dest dane.
Cemal Eslan pîşeya çêkirina kêran ji bapîrên xwe wergirt û pîşeya xwe bi pêş xist, da ku li gorî merheleya aborî ya li ser welat derbas dibe, be û êdî pîşeya wî pêdiviyên sûkên herêmê dabîn dike.
Desteya Çand û Hunerê ya Herêma Efrînê pênşangeheke wêneyan bi navê "Êş û berxwedan" vekir.
Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku di 24 saetên dawîn de li herêmê 134 kesên din bi vîrusa koronayê ketine û 2 nexweş jî mirine.
Bi dirûşmeya "Welat yek e, çand rengîn in, em destek bin" Mîhrîcana Sema ya Govendên Gelêrî ya Herêma Efrînê ya sêyemîn dest pê kir.
Mîhrîcana Amara ya huner, wêje û werzîşê li Herêma Şehbayê dest pê kir.