Kampa penaberên efrînî li Şehbayê; Pêşangeha "Êş û berxwedan" hat lidarxistin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Çandî_hunerî_werzişî-i321474-kampa_penaberên_efrînî_li_Şehbayê_pêşangeha_Êş_û_berxwedan_hat_lidarxistin
Desteya Çand û Hunerê ya Herêma Efrînê pênşangeheke wêneyan bi navê "Êş û berxwedan" vekir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 17, 2020 07:00 Asia/Tehran
  • Kampa penaberên efrînî li Şehbayê; Pêşangeha

Desteya Çand û Hunerê ya Herêma Efrînê pênşangeheke wêneyan bi navê "Êş û berxwedan" vekir.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Hawar Newsê (ANHA), Pêşangeha li hola kampa Serdem a Herêma Şehbayê bi beşdarbûna bi dehan endamên saziyên sivîl hate vekirin.

Di pêşengehê de 80 wêneyên ku endamê Desteya Çand û Hunerê Remzî Qimê ji koçberiya şêniyên Efrînê û zehmetiyên wan di kampan de, kişandine, hatin daliqandin.

Pêşengeh ji aliyê Hevseroka Desteya Şûnwaran a Herêma Efrînê Esmehan Ehmed ve hate vekirin. Hevserokê Desteya Çand û Hunerê ya herêma Efrînê Henan Seydo axivî, bixêrhatina beşdaran kir û kesên di vekirina pêşangehê de ked dane spas kir.

Piştre beşdaran li hola pêşangehê gerîn û wêne temaşe kirin.