Va ne hin çalakiyên çandî yên bi kurdî yên dawiya Gulanê yên ku li bajarên cûr bi cûr ên Tirkiyê tên lidarxistin.
Lîstika Yenîsahneya Batmanê a bi navê "Serbaz" di çarçoveya tûrneya xwe de vê carê diçe Îzmîrê. Lîstik 28 û 29'ê gulanê li Îzmîrê li Navenda Çanda Nazim Hîkmet a Kemeraltiyê dê bê lîstin.
Lîstika Şanoya Bajarêr a Amedê ya bi navê “Don Kîxot” divê 28’ê vê mehê li Kocaelî bihata lîstin lê hate qedexekirin. Li Kocaelî konsera Aynur Dogan, li Mûşê jî konsera Metîn-Kemal Kahraman hat qedexekirin. Ev qedexe hemû di nav du rojan de hatin.
Pirtûka şanonameya Bêwiçan heta Times'ê ya Muhemedelî Destmalî xelata Dana Reûf wergirt.
Dawiya vê hefteyê li Amed, Wan, Mêrdîn, Stenbol gelek çalakiyên çandî hene. Panel, konser, lîstikên şanoyê û nîşandayîna fîlman.
Şanoya Bajêr a Amedê bernameya xwe ya meha Nîsanê eşkere kir. Bername 1’ê mehê bi lîstika “Don Kîxot”ê dest pê dike û 30’ê mehê bi “Dek û Dolabên Scapen” bi dawî dibe.
Çalakiya ku Tevgera Mezopotaiya ya Çand û Hunera Demokratîk û Desteya Çandê ya Herêma Cizîrê li bakurê Sûriyê bi boneya Roja Şano ya Cîhanê li dar xistiye, di roja duyemîn de bi pêşandana şanoya "Çîroka sê birayan" bi dawî bû.
Şanoya Bajêr a Amedê bernameya xwe ya meha adarê eşkere kir, di nav bernameyê de ligel lîstikên wan bixwe lîstikên mêvan jî ketine nava bernameyê. Didu jî konser hene.
Lîstika şanoyê ya bi navê "Derî" ya di bin banê Serokatiya Daîreya Karên Çand û Civakî ya Şaredariya Mezin a Diyarbekirê da Kurdî tê lîstin wê li bajarên din jî bê lîstin.
Walîtiya Mêrdînê, bi hinceta Koronayê rê neda şanoya bi navê Tartuffe ya Şanoya Bajêr a Amedê ya bi Kurdî bê nîşandan.