Bernameya qerfê ya Hinek Henek bi dawî bû
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Çandî_hunerî_werzişî-i335593-bernameya_qerfê_ya_hinek_henek_bi_dawî_bû
Bernameya Hinek Henek a li dika servekirî ya Zarok Ma'yê ya Amedê bi dawî bû.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 01, 2022 14:54 Asia/Tehran
  • Bernameya qerfê ya Hinek Henek bi dawî bû

Bernameya Hinek Henek a li dika servekirî ya Zarok Ma'yê ya Amedê bi dawî bû.

Hinek Hinek ku ji ber germa havînê navber dabû skecên xwe, li dika servekirî ya Zarok Ma'yê ya li semta Dîclekent a navçeya Peyas a Amedê 3 rojan bênavber derket pêşberî şanohezan.

Bernameya Hinek Henek di roja 3'yan de bi lîstikên "Tîmarxane, Silêmanê Pêxwas, Mulaqat, Xalê Şêro, Ne Komîk, Îşê Te Pê Çi Ye" bi dawî bû. 

Gelek kes bi coş û xiroşeke mezin skêc temaşe kirin. 

Di dawiyê de hemû lîstikvan derketin ser dikê û temaşevan silav kirin. Temaşevan  jî bi çepikan kêfxweşiya xwe da der.