Sergey Lavrov Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê teqez kir ku, Îsraîl nikare Hemas û Hizbullahê ji nav bibe û divê bi dû rêyên aştiyane be.
Nasir Kenanî Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê got, Xewna Siyonîstan a bidawîanîna Berxwedana Filistînê dê qet serê xwe negire.
Hizbullaha Libnanê qala êrîşên xwe yên hevgav ser du pêgehên leşkerî yên Rejîma Siyonîst kir.
Roja 330î ya cinayetên Rejîma Siyonîst li Zîvala Xezzeyê; hejmara şehîdan gihîştiye 40 hezar û 691 kesan.
Kawilkirina tora şêlavê li bakurê Zîvala Xezzeyê; raporek di vî warî da tê pêşkêşkirin.
Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê (Hemas) pêşwaziya xwe ji operasyona dijî siyonîstan a Berxwedanê li Rexê Rojavayê Çemê Urdinê diyar kir.
Ebû Cîhad Berdevkê Leşkerî yê Tabûrên Şuheda El Eqsayê got, Em ji filistîniyên li Quds, Rexê Rojavayê Çemê Urdinê û Erdên Dagirbûyî yên 1948an dixwazin ku rabin ser piyan. Nika dema têkdana dijminê Siyonîst e.
Receb Teyyîb Erdogan Serokkomarê Tirkiyê di axaftinekê da teqez kir ku welatê wî qet dev ji piştgiriya ji Qudsê bernade.
Dewama êrîşên Rejîma Siyonîst ser Xezzeyê; di saetên derbasbûyî da 34 filistînî şehîd bûne.
Komên berxwedana Filistînê li navçeyên cûrbicûr ên Rexê Rojavayê Çemê Urdinê derbeyên giran li dagirkerên Siyonîst xistin.