Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê (Hemas) ragihand, Êrîşa dagirkeran ser karwanê alîkariyên mirovî li Xezzeyê cinayeta cengê ye.
Tabûrên Îzeddîn Qessam Baskê leşkerî yê Hemasê hişyarî da Rejîma Siyonîst û ragihand, Hûn ê di demeke nêzik da di mirinê û bersivên Berxwedanê re matmayî bimînin.
Xelkê Yemenê roja Îniyê careke din bi nîşana piştevaniya ji xelkê Filistînê xwenîşandan li dar xist.
Seyid Ebdulmelik Bedreddîn Sekreterê Giştî yê Tevgera Ensarullaha Yemenê got, Bûyerên Xezzeyê rastîyên Siyonîstan aşkera kirin.
Roja 329an a jenosayda Rejîma Siyonîst li Xezzeyê; êrîşa berfireh ser Zîvala Xezzeyê berdewam e.
'Kamala Harris' Alîkara Serokkomarê Amerîkayê tevî piştevaniya giştalî ji Rejîma Siyonîst û teqeziya ser şandina çekan bo vê rejîmê, qala mezlûmbûna xelkê Filistînê kir.
Konseya Ewlehiyê ya NYyê êvara Pêncşemiyê civînek li ser belavbûna vîrûsa felca zarokan li Zîvala Xezzeyê li dar xist.
Artêşa Rejîma Siyonîst vê sibê êrîşî başûrê Cinînê li Rexê Rojavayê Çemê Urdinê kir; 4 şervanên berxwedanê şehîd bûn.
Nasir Kenanî Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê wek berteka li hember êrîşa berfireh a Rejîma Siyonîst ser Rexê Rojavayê Çemê Urdinê got, Tundkirina van êrîşan niyeta şûm a siyonîstan hemberî Filistînê nîşan dide.
Bi dû berdewambûna cinayetên hovane yên Rejîma Siyonîst dijî sivîlan li Zîvala Xezzeyê, Rêxistina Navdewletî ya Efûyê ji YEyê xwest ku Îsraîlê boykot bike.