Rejîma Sîyonîst agirbes li Libnanê binpê kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/rojhilata_navîn-i352802-rejîma_sîyonîst_agirbes_li_libnanê_binpê_kir
Binpêkirina agirbesê ji hêla Rejîma Sîyonîst va li Libnanê didome û hêzên vê rejîmê ketin hin deverên başûra Libnanê.
(last modified 2025-01-05T11:49:37+00:00 )
Çile 05, 2025 15:11 Asia/Tehran
  • Rejîma Sîyonîst agirbes li Libnanê binpê kir

Binpêkirina agirbesê ji hêla Rejîma Sîyonîst va li Libnanê didome û hêzên vê rejîmê ketin hin deverên başûra Libnanê.

Hêzên dagirker ên sîyonîst li bajarokê Teyibeyê bi berbenda xalîyê cadeya di navbera Qentere û Teyibeyê da daxistin. Helekopterên rejîma dagirker jî li esmanê girikên Zevîyên Şebayê gerîyan. Hêzên dagirker bi reşaşeyê ber bi bajrokê Eyteronê va gulle reşandin û li sêkoşeya Teyr Herfa- Cibînê çend teqîn qewimîn.

Di vî halî da Re`fet Merre yek ji rêvebirên Tevgera Hemasê got: Rejîma Sîyonîst lê digerîya ku Bereya Berxwedanê ji nav bibe û bi hevdestî û hevkarîya hin welatan şerê jinavbirina Xezzeyê dest pê kir ta ku Bereya Berxwedanê nekaribe ti biryarekê bide, lê nekarîyê.