Çeteyên ser bi artêşa Tirkiyê li herêma Efrîna dagîrkirî, 3 kes ji navçeya Mabeta û Şiyê revandin.
Artêşa Tirkiyê ya dagirker û çeteyên wê bi zêdetirî 50 topan navçeyên Til Temir û Zirgan kirin hedef û di encamê de 2 jin û zarokekî jiyana xwe ji dest da û 5 kes jî birîndar bûn.
Duh otomobîleke leşkerî ya çeteyên Tirkiyê yên ku navê Artêşa Sûriya Azad li wan kirine li bakurê Sûriyê teqiya.
Di êrişên artêşa Tirkiyê ya dagirker û çeteyên wê yên li ser gundewarê Zirganê de, zarokekî jiyana xwe ji dest da û gelek welatî birîndar bûn.
Artêşa Tirkiyê û çeteyên wê bi top û hawanan hin gund û bajarokên bakurê rojhilatê Helebê topbaran kirin.
Artêşa Tirkiyê û grûpên terorîst ên ser bi wê, cardin bajarokê Zirganê li bakurê Hesekê ya Sûriyê topbaran kirin.
Artêşa Tirkiyê û komên çete gundê Derdare li gundewarê Til Temirê li bakurê Sûriyê, herwiha gundê Dibis û rêya M4 li gundewarê Eyn Îsayê topbaran kirin.
Hêzên hikumeta Sûriyê û çeteyên dewleta Tirk gelek dîlgirtî yên ji rojhilatê Helebê bi garantiya rûsî –tirkî bi hev guhartin.
Komên çete yên ser bi Tirkiyê bi piştgiriya artêşa vî welatî li gundekî Serê Kaniyê ya bakurê Sûriyê 20 dikanên welatiyan hilweşandin û dest danîn ser 30 dikanên din.
Çeteyên ser bi Tirkiyê ve 13 welatiyên Kurd li Efrîn û Grê Spî revandine û çarenivîsa wan nediyar e.