Li Efrîna Sûriyê Çeteyên ser bi Tirkiyê ve 3 kes revandin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i331125-li_efrîna_sûriyê_Çeteyên_ser_bi_tirkiyê_ve_3_kes_revandin
Çeteyên ser bi artêşa Tirkiyê li herêma Efrîna dagîrkirî, 3 kes ji navçeya Mabeta û Şiyê revandin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 03, 2022 05:24 Asia/Tehran
  • Li Efrîna Sûriyê Çeteyên ser bi Tirkiyê ve 3 kes revandin

Çeteyên ser bi artêşa Tirkiyê li herêma Efrîna dagîrkirî, 3 kes ji navçeya Mabeta û Şiyê revandin.

Koma bi navê Rêxistina Mafên Mirovan ya li Efrînê ragihand, grûpa Cebhe El-Şamiyê îro 30/12/2021ê bi ser gundê Tirindê yê navçeya Şiyê de girt û kesekî bi navê Mistefa Nasir Hemkê revand.

Wê Rêxistinê herwiha diyar kir, çeteyên Cebhe El-Şamiyê roja 29/12/2021ê welatiyê bi navê Ebdîn Izet û roja 26/12/2021ê jî Hemûdê Hesen Îbê ji bajarokê Mabeta revandin û heta niha çarenivîsa wan ne diyar e.

Ji dema dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên terorîst û çeteyên ser bi wê de, bi hezaran Kurdên Efrînê hatine revandin û heta niha çarenivîsa hejmareke mezin ji wan nayê zanîn.